‘Dema wê yekê hatiye ku Sûriyê car din bibe endamê Yekîtiya Erebî’

18 February 2020 11:09 0 dîtin
‘Dema wê yekê hatiye ku Sûriyê car din bibe endamê Yekîtiya Erebî’

PeyamaKurd – Sekreterê Giştî yê Berê yê Yekîtiya Erebî û Wezîrê Derve yê Misirê Amr Mûsa ragihand ku, dema wê yekê hatiye ku Sûriyê car din bibe endamê Yekîtiya Erebî.

Amr Mûsa li 9emîn Konferansa Klûba Gotubêjên Navdewletî ya Valdayê axivî û diyar kir ku di nêzîktirîn deme de Dewleta Sûriyê wê car din di nava Yekîtiya Erebî de cihê xwe bigire ango car din bibe endamê wê yekîtiyê.

Mûsa bal kişand ser rola karîger a Yekîtiya Erebî li herêmê û got, “eger em behsa hevkariya dewletên herêmê û hevkariya dewletên erebî bikin, divê em di çarçoveya Yekîtiya Erebî de tev bigerin. Çimkî ji bo dewletên erebî, Yekîtiya Erebî tekane platforma peywendî gotubêjan e.”

Mûsa herwiha amaje kir ku Yekîtiya Erebî wekî hevkarekî dikare di çareserkirina pirsên li herêmê de roleke karîger bilîze.


Beşar Esed: Em dê tevahiya xaka Sûriyê kontrol bikin