Macron: “Eger li Sûriyê HSD tevî artêsê bibe wê di berjewendiya Sûriyê de be”

13 February 2025 23:46 0 dîtin
Macron: “Eger li Sûriyê HSD tevî artêsê bibe wê di berjewendiya Sûriyê de be”

PeyamaKurd – Serokê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku eger şervanên HSDê tevî artêşa Sûriyê bibin, ji bo berjewendiyên Sûriyê dê baş be. Emmanuel Macron, axaftina xwe di konferansa navdewletî ya li ser rewşa Sûriyê de kir.

Macron got ku şervanên HSDê di şerê li dijî terorê de rolekî baş leyîstine û dewam kir:

“Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi koalisyona navdewletî re bi cesaret li dijî terorê şer kiriye û hevkarekî me yê hêjaye. Em bi hevkarên xwe re sadiqin ji ber em dizanin em çendîn deyndarên wan in. Wezîfa me ewe ku em terka wan nekin.”

Macron, di konferansê de xîtabê Sûriyeyiyan û siysetmedaran kir û got ku entegra şervanên HSDê ya bi artêşa Sûriyê re, wê destekê bide Sûriyê. Macron ragihand:

“Ez dixwazim aşkera bêjim ku di vê dewrê de entegrasyona HSDê bi artêşê re wê xizmetê bide hedefa ewlehiyê ya Sûriyê. Ji ber ew xwurt û şervanên bi tecrube ne. Berpirsiyariya me ya îro ewe ku em wan entegre bikin û li hemberê grûbên terorîst şer bikin û desthilata xwe biparêzin.”