Macron û Selman li ser plansaziya konferansa Sûriyê ya Parîsê axivîn
PeyamaKurd - Koşka Elysee ya Serokatiya Fransayê ragihand ku Parîs plan dike di 13ê Sibatê de konferansekê li ser rewşa Sûriyê li dar bixe.
Serokatiya Fransayê piştî pêwendiya telefonî ya di navbera Serokomar Emmanuel Macron û Welîehdê Erebistana Siûdî Mihemed Bin Selman de ragihand, her du aliyan rewşa Sûriyê gotûbêj kirine û li ser piştevaniya serdema veguhêz a Sûriyê hevnêrîn bûne.
Medya Fransî jî diyar kiriye, Macron û bin Selman li ser plansaziya konferansa Sûriyê axivî ne ku biryare 13ê Sibatê were lidarxistin.
Hêjayî gotinê ye, civînên berê yên piştî hilweşîna rejîma Sûriyê, bi beşdarîya Fransa, Brîtaniya, Almanya, Îtaliya, Tirkiye, Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen, Nûnera Siyaseta Derve ya Yekîtiya Ewropayê Kaja Kallas, Wekîlê Wezareta Derve ya Amrîkayê û hejmarek welatên Erebî, li Urdin û Erebistana Siûdiyê hatibûn lidarxistin ku Wezîrê Derve yê Hikûmeta Demkî ya Sûriyê jî beşdarî civîna Riyadê bûbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin