Erdogan: Divê em nehêlin serê Xezzeyê tevî Sûriyê bibe û veguhere serekî herêmî!

05 December 2023 19:18 0 dîtin
Erdogan: Divê em nehêlin serê Xezzeyê tevî Sûriyê bibe û veguhere serekî herêmî!

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di gotara xwe ya li Lûtkeya 44emîn a Hevkariya Kendavê de ku li Qeterê hate lidarxistin, li ser şerê Xezzeyê daxuyanî dan.

Erdogan got, "Divê em derfetê nedin ku mezalima li Xezzeyê Sûriyeyê jî bigire nav xwe û veguhere şerekî herêmî.”

Erdogan rexne li Serokwezîrê Îsraîlê Binyaîn Netanyahû girt û diyar kir, ji bo temenê xwe yê siyasî dirêj bike, ewlehiya tevahiya herêma me dixe xeteriyê.

Herwiha Erdogan got ku divê di şerê Îsraîl-Hemasê de bilez agirbesteke mayînde bê ragihandin û alîkariyên mirovî jî bênavber berdewam bikin.