Erdogan bo serê Îsraîl-Hemasê: Divê em li rêya navbeynkariyê bigerin!
PeyamaKurd - Serokomarê Tirkiyeyê Receb Tayyip Erdogan, îro 3yê Mijdarê li ser şerê Îsraîl-Hemasê ku ji 7ê Cotmehê ve 28 roj in dewam dike daxuyanî dan.
Erdogan banga agirbesteke temam bo şerê Xezeyê kir û got: “Bidawîanîna şerê li Xezeyê ji bo me hemûyan girîng e, divê em ji bo bidawîkirina şer li rêya navbeynkariyê bigêrin.”
Serokomarê Tirkiyê diyar kir: “Li Xezeyê tawanên dijî mirovatiyê têne kirin û ti aliyekî bikare hovîtiya li wir rû dide ronî bike tune ye.”
Erdogan beriya niha jî artêşa Îsraîlê bi armanckirina jin û zarok û xelkê sivîl tawanbar kiribû û Îsraîlê jê bertek nîşanî vê daxuyaniyê dabû.
Li gorî amarên dawî yên Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, hejmara kuştiyan gîhîştiye neh hezar û 227 kesan, ku sê hezar û 826 zarok û hezar 405 jî jin in. Li aliyê Îsraîlê jî heta niha zêdetirî hezar û 400 kes di êrîşên Hemasê de hatine kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin