Ji Biden daxuyaniyeke nû ya serê Îsraîl-Hemasê: Ger dîl bihatina berdan…
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden ku gotibû, ger Îsraîl êrîşeke mezin li ser Refahê bike ew dê piştgiriya xwe ya bo Îsraîlê rawestîne, li bajarê Seattle ê eyaleta Washingtonê rewşa Xezzeyê û şerê Îsraîl-Hemasê nirxand.
Biden di axaftina xwe de, bibîr xist ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û got: “Ger Hemasê dîlên di destê xwe de, bi taybet jî jin û kalan azad bike, dê agirbest pêk were.”
Biden destnîşan kir ku Îsraîl dibêje, agirbest girêdayî serbest berdana dîlên di destê Hemasê de ye û ger ev gav bê avêtin jî agirbesteke bilez pêkan dibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin