Biden bi Sûdanî re danûstandin li ser serê navbera Îsraîl û Hamasê kir
PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Joe Biden bi Mihemed Şiya Sûdanî re axivî, danûstandin li ser şerê navbera Îsraîl û Hamasê û şandina alîkariyên mirovî ji bo Gazzeyê kir.
Koşka Spî diyar kir, Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê danûstandin li ser wan bizavan kiriye yên ku rêyê li zêdetir mezinbûn û berfirehbûna şerê navbera Hamas û Israîlê digirin. Di eynî demê de herdu aliyan danûstandin li ser rewşa mirovî li Gazzeyê û şandina alîkariyan ji bo wê deverê bi hemahengiya Neteweyên Yekgirtî û welatên din kir.
Koşka Spî eşkere kir, di wê pêwendiya telefonî de, Biden û Sûdanî tekez kiriye ku pêwendiyên navbera Washington û Bexdayê berdewam bin, ew jî di çarçoveya stratejî ya navbera wan herdu welatan.
Koşka Spî destnîşan kir, Serokê Amerîkayê û Serokwezîrê Iraqê pabendiya xwe li ser hemahengiya berdewam a tîma herdu aliyan, bi merema pêşvebirina armancên hevpar û parastina seqamgîriya deverê, tekez kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin