Bi besdariya Biden li Emmanê Lûtkeya çarqolî ya serê Îsraîl-Hamasê tê lidarxistin
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku li Emmanê li ser şerê Hamas û Îsraîlê lûtkeyeke navdewletî tê lidarxistin.
Li gorî zanyariyan wê lûtkeya bi pêşengiya Şahê Urdinê Şah Abdullah sibe li Emmanê were lidarxistin.
Di lûtkeyê de Serokê Amerîka Joe Biden, Serokê Misirê Ebdulfettah El Sisi û Serokê Filîstînê Mehmûd Ebas beşdariyê dikin.
Hate zanîna ku wê di lûtkeyê de, li ser rawestandina şer û kêmkirina rageşiyê danûstandin bê kirin û rêyên dabînkirina aştiyê li herêmê werin gotûbêjkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin