Biden besdarî Lûtkeya G7ê dibe

11 June 2024 13:06 0 dîtin
Biden besdarî Lûtkeya G7ê dibe

PeyamaKurd -  Hate ragihandin ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Joe Biden wê beşdarî Lûtkeya Serkirdeyên Welatên Geşedar (G7) a ku wê di 13 û 15ê Pûşperê de li Îtalyayê bê lidarxistin bibe.

Joe Biden di lûtkeyê de li gel hin serokên welatan her wiha wê bi Serokdewletê Ûkraynayê Volodymyr Zelenskiy re jî bicive. 

Daxuyaniya beşdariya G7ê ya Serokê DYAyê Joe Biden ji aliyê Qesra Spî ve hate dayîn. Di daxuyaniya nivîskî ya qesrê de hate gotin ku Biden wê di 13 û 15ê Pûşperê de beşdarî Lûtkeya G7 a li herêma Apulia ya Îtalyayê bibe.

Di lûtkeya ku tê çaverêkirin agirbesta li Xezzeyê û pêvajoya şerê li Ûkraynayê bibin mijarên sereke yên nîqaşê de wê serokên G7ê li ser piştgiriya ku ji Ûkraynayê re tê kirin nêrînên xwe bînin ziman û li ser pêvajoya şer biaxivin. 

Qesra Spî ragihand ku Biden wê di lûtkeyê de bi serokê Ûkraynayê Vladimir Zelenskiy re jî bicive û diyar kir ku DYA wê li hember Rûsyayê bi tundî piştgirîya Ûkraynayê bike.

Hefteya çûyî di medyaya Amerîkî de gotegotên egera beşdarnebûna Biden a lûtkeya G7ê' derketibûn pêş.