Serokwezîr Barzanî li Îmaratê besdarî Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê dibe
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo beşdarî Lûtkeya Hikûmetan a Cîhanê bibe, wê serdana Îmaratê bike.
Nivîsgeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê eşkere kir, Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 11ê Sibatê ji bo beşdarî Lûtkeya Hikûmetan ya Cîhanî ya 12-14ê Sibatê li Dubayê tê lidarxistin bibe, ber bi welatê Îmaratê ve birê ket.
Di daxuyaniyê de hate gotin: “Serokwezîr Mesrûr Barzanî li ser vexwendina taybet a Cîgirê Serokê Dewleta Îmaratê, Serokwezîr û Mîrê Dubayê Şêx Mihemed Bin Reşîd El-Mektûm beşdarî lûtkeyê dibe, ku biryar e di wê lûtkeyê de gotarekê bi amadebûna hijmareke serokwezîr û berpirsên payebilind pêşkêş bike.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî wê di çarçoveya lûtkeyê de, bi rayedarên ereb, herêmî û navneteweyî, bîrmend û karsazan re jî hejmarek hevdîtinan bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin