Serokwezîr Barzanî ji bo besdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe çû Îmaratê

12 February 2023 10:48 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî ji bo besdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe çû Îmaratê

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro 12ê Sibatê roja Yekşemê bi serokatiya şandeke bilind ber bi Îmarata Erebî bi rê ket.

Serokwezîr Barzanî wê li Îmaratê beşdarî Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan bibe ku sibe 13ê Sibatê li Dubeyê tê lidarxistin.

Hat ragihandin ku wê Serokwezîr Mesrûr Barzanî, li Îmaratê hejmarek hevdîtinan bi berpirs, rayedar, bîrmend û karsazên ereb, herêmî û navdewletî re pêk bîne.

Lûtkeya Cîhanî ya Hikûmetan her sal li Dubey tê lidarxistin û îsal jî zêdetirî 20 serok, serokwezîr û 250 wezîr û bi hezaran berpirsên welatan beşdarî dikin.