Esed li Erebistana Siûdî besdarî Lûtkeya Ereban dibe

17 May 2023 21:04 0 dîtin
Esed li Erebistana Siûdî besdarî Lûtkeya Ereban dibe

PeyamaKurd – Wezîrê Derve yê Sûriyê Feysel Miqdad ragihand ku Serokê Sûriyê Beşar Esed, beşdarî lûtkeya ereban a li Cide ya Erebistana Siûdî dibe ku piştî vegerandina Sûriyê bo Komkara Erebî ji aliyê şahê Siûdî ve bi fermî hatibû vexwendin.

Serokatiya Sûriyê îro 17ê Gulanê eşkere kir, şahê Erebistana Siûdî Selman Ebdulezîz vexwandineke fermî ji Serokê Sûriyê Beşar Esed re şandiye da ku beşdarî civîna Lûtkeya Bilind a Erebî ya roja Înê 19ê Gulanê tê lidarxistin bibe.

Hêjayî bibîrxistinê ye, roja Yekşemê 7ê Gulana 2023yan, Encûmena Wezîrên Derve ya Komkara Erebî civîneke awarte li ser vegerandina Sûriyê bo Yekîtiya Erebî li dar xistibû û tê de biryar hatibû dayîn ku Sûriye piştî 12 salên şerê navxweyî, vegere nav hemû civînên Komkara Erebî û yên girêdayî wê.

Herwiha piştî vê biryarê jî li gorî çavkaniyan, hikûmeta Sûrî ferman daye ku ala Îranê ya ku ji alîyê kom û milîsên Îran piştgirîya wan dike ve li ser xaka Sûrîyê bilind kirine, li hemû deveran were daxistin.