Erebistana Siûdî û rejîma Esed pistî 11 salan nûneratiyên xwe yên dîplomatîk vedikin

13 May 2023 10:35 0 dîtin
Erebistana Siûdî û rejîma Esed pistî 11 salan nûneratiyên xwe yên dîplomatîk vedikin

PeyamaKurd – Erebistana Siûdî û rejîma Esed ragihandin, piştî navbereke 11 salan ew ê nûneratiyên xwe yên dîplomatîk li her du welatan bi hev re vekin.

Yekem, Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî ragihand, nûneratiya wê ya dîplomatîk li Şamê wê ji nû ve dest bi karên xwe bike.

Piştre ajansa nûçeyan a fermî ya rejîma Esed SANA jî raporek weşand û tê de diyar kir ku heman niyeta rejîmê heye.

Rejîma Esed ku di salên şerê navxweyî de di qada navneteweyî de îzole bû, Yekşema borî ji nû ve ket nav Yekîtiya Ereban.

Hikûmeta Erebistana Siûdî di daxuyaniya xwe ya derbarê ji nû ve avakirina pêwendiyan de da zanîn, ew ê hewl bidin ku bi Şamê re "nêzîkatiya hevpar a Ereban" pêş bixin. Ev daxuyaniya Riyadê rastî berteka opozîsyona Sûriyê hat.

Yek ji nûnerên opozîsyona Sûriyê li Qeterê Bîlal Turkiya jî got, “Sûcên ku tên kirin, bi vegera li ser maseya welatên Ereb nayên xelatkirin.”

Erebîstana Siûdî di sala 2012an de têkiliyên xwe yên dîplomatîk bi rejîma Esad re qut kiribû.