Erebistana Siûdî hewl dide besdarî koma BRICS bibe

11 June 2023 16:21 0 dîtin
Erebistana Siûdî hewl dide besdarî koma BRICS bibe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Erebistana Siûdî hewl dide beşdarî nav Koma BRICS bibe ku ji welatên Brezîlya, Rûsya, Hindistan, Çîn û Afrîkaya Başûr pêk tê.

Li gorî ragihandina Rojnameya El Ereb Erebistana Siûdî ji bo tevlî koma BRICS bibe, wek gava pêşîn danûstandinan dike bikeve nav Banka Pêşketinê ya Nû ku ji aliyê koma BRICS ve hatiye avakirin.

Banka Pêşketinê ya BRICS dorpêçên Amerîka û Ewropayê yên li ser Rûsyayê dişkîne ku li gorî nirxandinan Amerîka û Ewropa ji Endamtiya Riyadê ya BRICSê nerazî ye.

Li gorî nûçeyê, dibe ku giraniya malî ya Siûdiyê, roleke pêşengtir di fînanseya piralî de bide bankê û planên komê ji bo avakirina sazûmaniyên malî yên alternatîf hêsan bike ku ne di bin kontrola Washingtonê de bin.