Esed bi fermî bo Erebistana Siûdî hate vexwendin

10 May 2023 17:59 0 dîtin
Esed bi fermî bo Erebistana Siûdî hate vexwendin

PeyamaKurd – Medyaya girêdayî rejîma Sûriyê ragihand ku Şahê Erebistana Siûdî, Beşar Esed bi fermî vexwendiye welatê xwe.

Hat ragihandin ku Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Ebdulezîz, Beşar Esed ji bo ku beşdarî civîna Komkara Erebî bibe, bi fermî vexwendiye.

Wezareta Derve ya Erebistana Siûdî 9ê Gulanê piştî 10 salên rawestandina pêwendiyan dabû xuyakirin, Erebistana Siûdî dê xebatên xwe yên dîplomasî li Sûriyeyê bidomîne.

Çavkaniyekî Wezareta Derve ya hikumeta Şamê jî piştrast kiriye ku dê Sûriye jî xebatên xwe yên dîplomasî li Erebistana Siûdî bidomîne.

Herî dawî 27ê Adara 2010an Beşar Esed beşdarî civîna Komkara Erebî ya li bajarê Sert ê Libyayê bûbû.