Îran balyozxaneya xwe ya Erebistana Siûdî bi fermî vedike

05 June 2023 18:53 0 dîtin
Îran balyozxaneya xwe ya Erebistana Siûdî bi fermî vedike

PeyamaKurd - Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî eşkere kir ku sibe 6ê Hezîranê balyozxaneya Îranê ya li Riyad a paytexta Erebistana Siûdiyê û konsulxane û ofîsên li Cedde û bajarên din bi fermî têne vekirin.

Nasir Kenanî îro Duşemê li ser vekirina balyozxane û pêwendiyên ligel Erebistana Siûdî daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Ji bo temamkirina proseya bicihkirina rêkeftinên dualî yên ku di çarçoveya vegerandina pêwendiyên Îran û Erebistana Siûdî de hatine kirin, Balyozxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Riyadê, Serkonsulxaneya Komara Îslamî ya Îranê li Ceddeyê û Nûnertiya Daîmî ya Îranê ya Rêxistina Hevkariya Îslamî dê 6-7ê Hezîranê bi awayekî fermî bên vekirin.”

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da zanîn ku balyozxane û konsulxane beriya çûyîna heciyên Îranê ji bo xizmetkirina wan têne vekirin kirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel Bin Ferhan 6ê Nîsanê li Pekîn a paytexta Çînê bi navbeynkariya Çînê rêkeftina asayîbûna pêwendiyan îmze kiribûn û biryar hatibû dayîn, balyozxaneyên her du welatan bên vekirin, geştên esmanî dest pê bikin û di vîzeyê de hêsankarî bên kirin.