Li Erebistana Siûdî 6 welatiyên Îranê hatin îdamkirin
PeyamaKurd – Erebistana Siûdî 6 welatiyên Îranê ji ber bazirganiya madeyên hişbir îdam kir. Wezareta Karên Derve ya Îranê, Balyozê Erebistana Siûdî yê li Tehranê Abdullah Bin Siûd El-Enzî vexwend wezaretê.
Hat ragihandin ku li Erebistana Siûdî 6 welatiyên Îranê ji ber bazirganiya madeyên hişbir hatin îdamkirin. Wezareta Karên Navxweyî ya Erebistana Siûdî diyar kir ku beriya niha 6 welatiyên Îranê bi tawana qaçaxçîtiya esrarê bo welêt hatibûn girtin û cezayê îdamê li wan hatibû birîn. Derbarê kengê de înfaz hatin kirin agahî nehat parvekirin.
Wezareta Karên Derve ya Îranê Balyozê Erebistana Siûdî yê li Tehranê Abdullah bin Siûd El-Enzî gazî wezaretê kir ku "bi tundî" li dijî darvekirinan nerazîbûn nîşan bide.
Kerîmî Şasatî Midûrê Giştî yê Ofîsa Karûbarên Balyozxaneya Wezareta Karên Derve ya Îranê di hevdîtina xwe ya bi Balyozê Erebistana Siûdî re wiha got: “Kesên navborî bi salan berê ji ber bazirganiya madeyên hişbir ji aliyê dezgeha dadweriya Erebistana Siûdî ve hatin mehkûmkirin û di vê heyamê de. Wezareta Karên Derve ya Îranê bi berdewamî hewl da ku xizmetên konsolosiyê pêşkêşî wan bike û cezayên wan kêm bike. Lê belê îdamkirina cezayên darvekirinê bêyî agahdarkirina berê ji balyozxaneyê re nayê qebûlkirin û binpêkirina rê û rêbazên hiqûqa navneteweyî ye, ji wan Peymana Têkiliyên Balyozxaneyê."
Di hevdîtinê de "Nota protestoyî ya Îranê" ji Balyozê Erebistana Siûdî El-Enzî re hat ragihandin û ji Erebîstana Siûdî hat xwestin ku li ser vê mijarê daxuyaniyên pêwîst bidin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin