Îranê û Erebistana Siûdî pêsxistina hevkariya leskerî gotûbêj kirin

30 November 2023 22:00 0 dîtin
Îranê û Erebistana Siûdî pêsxistina hevkariya leskerî gotûbêj kirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Sererkanê Îranê Muhammed Bakirî û Wezîrê Berevaniya Erebistina Siûdî Xalid Bin Selman, pêwendiyeke telefonî pêk anîne.

Li gorî ragihandina ajansa Tesnim a Îranê di wê pêwendiyê de, pêşxistina hevkariya leşkerî û mijarên herêmî hatin gotûbêjkirin.

Hate diyarkirin ku herdu aliyan kêfxweşiya xwe bo pêşxistina pêwendiyên dostane aniye ziman.

Bakirî daye xuyakirin ku Îran amade ye, di warê leşkerî de hevkariya xwe bipêş bixe.

Bin Selman jî kêfxweşiya xwe bo pêşxistina hevkariya hêzên çekdar ên herdu welatan aniye ziman.