Li Erebistana Siûdî di rojekê de 7 kes hatin darvekirin

27 February 2024 17:02 0 dîtin
Li Erebistana Siûdî di rojekê de 7 kes hatin darvekirin
PeyamaKurd – Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Siûdî (SPA) di nav rojekê de bi tohmeta “fînansekirin û avakirina pêkhate û rêxistinên terorê” 7 kes hatine îdamkirin.

SPAyê cî daye daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Siûdî û ragihandiye, nasnameya kesên hatine îdamkirin, nehatiye diyarkirin, lê hatiye gotin ku ji ber navên wan dibe welatiyê Siûdiyê bin.


Li gorî daxuyaniyên fermî yên rayedarên Siûdiyê, di sala 2023yan de 170 kes hatine îdam kirin ku ev hejmar di sala 2022yan de 147 kes bû.

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî daye xuyakirin, di salên dawî de herî zêde îdamlji çar welatên Îran, Misir, Iraq û Siûdî Erebistanê pêk tên.