Li Erebistana Siûdî serê qralîyetê: 20 kesên din hatin girtin
PeyamaKurd – Li Erebistana Siûdî ev du roj in pêleke binçavkirina endamên qralîya Siûdî hatiye destpêkirin ku Welîehd Prensê Erebistana Siûdî Muhammed bin Selman pêşî apê xwe û birayekî xwe da girtin.
Hat ragihandin ku piştî girtina wan du kesan, 20 prensên din ên malbata qralîya Erebistana Siûdî hatine girtin ku tê gotin, bi fermana Selman e.
Li gorî îdiayan Qralê Siûdî Ebdulezîz nexweşiyeke giran derbas dike û Welîehd Prens Selman jî ji bo rêgiriya derbeyekê li hemberî xwe û qraliyetê pêla girtinê di nav malbatê de daye destpêkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin