Erebistana Siûdî bi fermî bû endama BRICSê
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku endamtiya Erebistana Siûdî ya Koma BRICSê ku ji aliyê welatên Brezîlya, Çîn, Rûsya, Hindistan û Afrîkaya Başûr ve hatiye damezrandin, bi fermî dest pê kir.
Medya fermî ya Siûdî ragihand ku ji 1ê Çileya 2024an ve endamtiya Erebistana Siûdî ya koma BRICS a hevkariya aborî dest pê kiriye û ev dê pêgeha welat di cîhanê de bihêztir bike.
Hêjayî gotinê ye, di Lûtkeya 15emîn a BRICSê de ku Tebaxa 2023yan li bajarê Johannesburg ê Afrîkaya Başûr, hatibû lidarxistin de, welatên herî mezin ên berhemanîna hîdrokarbonê Siûdî û Îmarat jî di nav de, 6 welat bo BRICSê hatibûn vexwendin.
Koma BRICS, ji 1ê Çileya 2024an ve bi beşdariya Îran, Siûdî, Misir, Îmarata Erebî û Etiyopayê hate berfirehkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin