Joe Biden li Erebistana Siûdî besdarî Lûtkeya Welatên Kendavê dibe

15 July 2022 14:24 0 dîtin
Joe Biden li Erebistana Siûdî besdarî Lûtkeya Welatên Kendavê dibe

PeyamaKurd - Serokê Amerîkayê Joe Biden, piştî serdana xwe ya Îsraîlê îro di çarçoveya serdana xwe ya Rojhilata Navîn de, derbasî Erebistana Siûdî dibe û beşdarî lûtkeya welatên Kendavê dibe.

Serokê Amerîkayê Joe Biden piştî serdana xwe ya berfireh a Îsraîlê, îro 15ê Tîrmehê derbasî Rîyadê dibe daku beşdarî civîna Encûmena Alîkariya Kendavê bibe.

Joe Biden gotiye, “Ew geşt taybet e bi aramiya Rojhilata Navîn. Di berjewendiya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de ye ku aramiya zêdetir li Rojhilata Navîn hebe. Bi nêrîna min di berjewendiya Îsraîl û Amerîkayê de ye ku navçe û Îsraîl bên têkelkirin û bi yeksanî bên qebulkirin.”

Hat diyarkirin ku yek ji armanca serdana Joe Biden a Siûdî, hewldanên hinardekirina zêdetir a petrolê ye daku nirxê sotemeniyê kêm bibe ku ji ber şerê Rûsya û Ukraynayê nirxê enerjiyê li cîhanê bilind bûye.

Iraq, Misir û Urdin ligel serkirdeyên Encûmena Alîkariya Kendavê di lûtkeyê de beşdar in.

Welatên endamên Encûmena Alîkariya Kendavê, rojane nêzîkî 21 milyon bermîl petrol û 425 milyar metrekûp gaza xwezayî hildiberînin.

Herwiha Iraq jî 4.4 milyon bermîl petrola rojane û 10 milyar metrekûp gaza xwezayî rojane dikare hilberînê bike.