Îranê nerazîbûn ji daxuyaniyên Biden ên li Erebistana Siûdî re nîsan da
PeyamaKurd - Îran li dijî daxuyaniyên Serokê Amerîka Joe Biden ên serdana Rojhilata Navîn derket û diyar kir, ew daxuyaniyên bi taybetî li pêşberî rêberên welatên Erebî li bajarê Cidde yê Siûdî, weke hewleke Amerîkayê ji bo bilindkirina rageşiyê li herêmê nirxand.
Joe Biden yekem serdana xwe ya bo Îsraîl, Filîstîn û Erebistana Siûdî de, li pêş rêberên welatên Kendavê û welatên erebî tekezî li wê yekê kir ku Washington rê nade valahiyek li herêmê bê dirustkirin û Rûsya, Çîn yan jî Îran wê valahiyê dagirin.
Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Nasir Kenanî li ser daxuyaniyên Bidem ragihand: “Îdîa û tometên Serokê Amerîka Joe Biden ên di gera xwe ya Rojhilata Navîn de li Lûtkeya Cideyê kirine, redkirî ne û bêbingeh in.”
Kenanî îro Yekşemê danê sibê bi daxuyaniyekê got: “Ev îdiayên pûç di çarçoveya berdewamiya siyaseta Amerîkayê ya ji bo dirustkirina aloziyan û zêdekirina fitneyê li navçeyê de tên.”
Biden berî serdana Serokê Rûsî Vladimir Putin bo Tehranê, doh li Lûtkeya Cide ya serokên Encûmena Hevkariya Kendavê, Misir, Urdin û Iraqê de gotibû: “Em ê dev ji Rojhilata Navîn bernedin û em ê valahiya ku ji aliyê Çîn, Rûsya û Îranê ve were dagirtin jî, nehêlin”
Biden bal kişandibû ser wê yekê ku Amerîka hewldana welatekî ji bo destwerdana leşkerî, gef an jî destdirêjiya li ser serweriya welatekî din li herêmê qebûl nake.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin