Serokê herêmê besdarî Lûtkeya COP29ê dibe
PeyamaKurd - Balyozê Azerbeycanê yê Îraqê ji bo beşdarbûna Lûtkeya COP29ê bi fermî dawetnameyekê pêşkêşî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî kir.
Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP) îsal di navbera 11 û 24ê Cotmehê de li paytexta Azerbaycanê Bakuyê tê lidarxistin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fewzî Herîrî û Balyozê Azerbeycanê yê Iraqê Nesîr Mamadov civiyan.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser vê civînê daxuyaniyek belav kir û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di civînê de pêwendiyên Azerbeycanê yên bi Iraq û Herêma Kurdistanê re û rewşa herêmê hatine gotubêjkirin.
Li gorî daxuyaniyê Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi fermî ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve ji bo beşdarî Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) bibe hatiye vexwendin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin