Serokê Wagnerê li Lûtkeya ku Pûtîn jî besdarî kir derket holê...

27 July 2023 19:53 0 dîtin
Serokê Wagnerê li Lûtkeya ku Pûtîn jî besdarî kir derket holê...

PeyamaKurd – Seroka Koma Wagner a hêzên kirêkirî yên rûsî ku demek berê serî hildabû û biryara çûyîna wî ya Belarûsê hatibû dayîn, li Lûtkeya Rûsya-Afrîka ya li St. Petersburgê tê lidarxistin xuya bû.

Wêneyê damezrînerê Wagner Yevgeni Prigojin ê ligel nûnerekî Komara Afrîkaya Navîn li ser medyayê hat belavkirin ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn jî di wê lûtkeyê de beşdar e.

Serokê Mala Çandê ya Rûsya li Komara Afrîkaya Navîn Dmitri Siti, ew wêne parve kiriye û gotiye, wêne li otela Trezine ya ku Lûtke tê lidarxistin hatiye girtin.

Herî dawî Kremlînê ragihandibû ku 29ê Hezîranê Pûtîn bi Prigojin re hevdîtinek pêk aniye.