Serokê Wagnerê: Pûtîn derbarê ziyanên serê Ukraynayê de tê xapandin!
PeyamaKurd – Serok û damezrînerê Koma Wagner a leşkerên kirêkirî ya rûsî Yevgeni Prigojin, ragihand ku rayedarên Wezareta Bergiriya Rûsyayê, Serokê Rûsya Vladimîr Pûtîn û gelê rûsî derbarê ziyanên şerê Ukraynayê de dixapînin û agahiyên rast nadin.
Yevgeni Prigojin di daxuyaniyên xwe de, li dijî wergirtina leşkerên peymanî di nav artêşa Rûsyayê de derket û ji bo Wezîrê Berevaniyê û Sererkanê Artêşa Rûsyayê got ku herdu jî ziyanên cidî yên di eniyên şer ên Ukraynayê de diveşêrin û ji Pûtîn re nabêjin.
Serokê Wagnerê herwiha got ku dê rojekê gelê Rûsyayê hişyar bibe û bibîne ku Kirim radestî ukrayniyan hatiye kirin.
Derbarê îdiayên Yevgeni Prigojin de Wezareta Berevaniya Rûsyayê ti daxuyaniyek neda.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin