Pûtîn derbarê îsyana Wagnerê de gotarek ji leskeran re pêskes kir û got...

27 June 2023 21:03 0 dîtin
Pûtîn derbarê îsyana Wagnerê de gotarek ji leskeran re pêskes kir û got...

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn, gotarek pêşkeşî hêzên ewlekariyê û leşkerên rûsî yên dema serhildana roja Şemiyê 24ê Hezîranê ya Koma Wagnerê li ser erka xwe mabûn, kir.

Pûtîn got, “We rê li ber şerekî navxweyî girt. Dema serhildanê biryardarî û wêrekbûna we ya ligel hevkariya civakê diyar bû.”

Li gorî Reuterê Pûtîn gotiye ku dema serhildana Wagnerê artêş û gel li kêleka îsyankaran cî negirtine û ji bo rûbirûbûna îsyanê jî hewce nekiriye leşkerên xwe ji Ukraynayê vekişînin.

Herwiha Pûtîn diyar kiriye ku Wagner bi temamî ji aliyê Rûsya ve tê fînansekirin û di sala dawî de jî bi qasî 86 milyon ruble ango 1 milyar dolar xerc kiriye û dê lêkolîn li ser çawaniya xerckirina wan pereyên bo Yevgeniy Prigojîn hatiye dayîn bê kirin.