Kremlîn: Pûtîn bi Prîgojîn û fermandarên Wagnerê re civîneke 3 saetan li dar xist

10 July 2023 19:06 0 dîtin
Kremlîn: Pûtîn bi Prîgojîn û fermandarên Wagnerê re civîneke 3 saetan li dar xist

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dimitry Peskov, di civîneke rojnamevanî ya li Moskowê de eşkere kir ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştî serhildana 24ê Hezîranê ya Wagnerê 29ê Hezîranê bi serokê Koma Wagner a leşkerên kirêkirî Yevgeniy Prigozhin re hevdîtin kiriye.

Peskov li ser pirsên rojnamevanan derbarê hevdîtinê de got: “Hevdîtineke Pûtîn a wiha çêbû. Prigojîn jî di nav de hemû fermandarên Wagnerê bi tevahî 35 kes hatin vexwendin. Hevdîtin 29ê Hezîranê bi qasî 3 saetan dom kir.”

Peskov diyar kir ku hurgiliyên naveroka hevdîtinê nayên zanîn lê da zanîn, li ser mijarên eniyên şer û bûyerên 24ê Hezîranê nirxandin hatin kirin.

Herwiha Peskov got ku Pûtîn guhdariya fermandarên Wagnerê kiriye û ji bo îstihdama wan çend pêşniyar li wan kirine û fermandaran jî dilsoziya xwe bo serfermandar Pûtîn anîne ziman.