Kremlîn: Pûtîn besdarî civîna Lijneya Gistî ya NYyê nabe
PeyamaKurd - Berdevkê Kremlînê Dmitriy Peskov diyar kir ku Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn beşdarî civîna Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li parêzgeha New Yorkê ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) nabe û got: "DYA ne welatekî baş e ku meriv biçe."
Peskov sedemên beşdarnebûna Serokdewletê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn a 79emîn Lijneya Giştî ya NY eşkere kir.
Peskov bi bîr xist ku Pûtîn di van salên dawî de neçûye DYAyê û wiha dom kir: “Niha DYAya ku mazûvaniya civîna Lijneya Giştî ya NYyê dike, bi awayekî baş erkên xwe bi cih nayîne. Halê hazir DYA ne cîhek baş e ku meriv serdana wê bike."
Serokdewletê Rûsyayê Pûtîn, beriya niha lîsta şandeya Rûs a ji 10 kesan pêk tê ku wê beşdarî 79emîn civîna Lijneya Giştî ya NYyê ya ku wê di 22 û 23yê Îlonê de li New Yorkê bê lidarxistin bibe, pesend kiribû. Şandeya Rûs a ku wê beşdarî civînê bibe di bin serokatiya Wezîrê Derve Sergey Lavrov de be.
Moskowê çendîn caran balê kêşabû ser pirsgirêkên dayîna vîzeyê ya DYAyê, bi taybetî ji bo dîplomatên ku diçin civînên NY û diyar kiribû ku divê di vê çarçoveyê de li dijî kiryarên DYAyê hakem bê dayîn. Alîkarê Nûnerê Domdar ê Rûsyayê yê NYyê Dmitriy Polyanskiy diyar kir ku ew li bendê ne ku Sekreterê Giştî yê NY di demeke herî nêz de dest bi çareserkirina vê mijarê bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin