Serokwezîr besdarî sîna xwiska Endamê Lijneya PDKê Arif Teyfûr bû
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, tevlî şîna xwişka Endamê Lijneya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK)Arif Teyfûr, Nahîda Teyfûr bû û serexweşiyê li malbat û xizmên Nahîda Teyfûr kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro piştî nîvro, li Hewlêrê, beşdariyê li şîna Nahîda Teyfûra xûşka Endamê Lijneya Navendî ya PDKê Arif Teyfûr kir.
Mesrûr Barzanî serexweşî li malbat û xizmên Nahîda Teyfûr kir û hevxemiya xwe araste kir û got: "Hêvî dikim ku Xwedayê mezin canê wê bi bihuştê şad bike."
Di şînê de Endamê Lijneya Navendî ya PDKê Arif Teyfûr jî bi ser navê malbata xwe, ji ber tevlîbûna şînê û hevxemiyê, spasiya malbata xwe pêşkêşî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin