Serokwezîr besdarî 233emîn dewreya Akademiya Leskerî ya Keyaniyê ya Sandhurst dibe
PeyamaKurd - Bi amadebûna Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, îro gera 233ê ya Akademiya Sandhêrstê ya Serbazî dest pê kir. Berpirsên bilind ên Brîtanyayê û welatên din jî beşdarî merasîmê bûn.
Xwendekarên navneteweyî yên gera 233yan a Akademiya Sandherstê ya Serbazî medalyaya temamkirina perwerdehî û rahênanan werdigirin.
Yek ji wan xwendekaran jî Arîn Mesrûr Barzanî ku di nav 233 kesan de şayanî medalyayê hatiye dîtin e. Madalyona ku Arîn Mesrûr Barzanî şayanî wê hatiye dîtin sembola Keyanê Brîtanyayê li ser e.
Ji sala 2016an ve ew medalyon bi wan xwendekarên ku li ser astê navneteweyî tevlî kurs û ezmûnên serbazî yên Akademiya Sandherstê dibin tê dayîn.
Akademiya Sandherstê ya Serbazî ya Brîtanyayê ku perwerdehiya heta serkirdetiyê pêşkêş dike, beriya 200 salan hatiye damezrandin.
Li vê akademiyê çend şêweyên kursan ku yek ji wan kursa demkurt ku 8 hefteyan û kursa demdirêj ku 44 hefteyan didome tê pêşkêşkirin.
Xwendekar rahênanê li ser qeyran, serbazî, qebxwazî û çareserkirina pirsgirêkan dikin û ev rahênan heta kursa serkirdetiyê jî didome.
Şah Ebdilayê Urdinê û Şahê Behreynê û Serokê Îmaratê jî derçûyên wê akademiyê ne.
Akademiya Sandherstê ya Serbazî kolêjeke serbazî ya Brîtanyayê ku di 1802yan de hatiye damezrandin e.
Herwiha yek ji akademiyên serbazî yên navdar ên Brîtanyayê ye û wekî navendeke destpêkî ya perwerdehî û rahênanên efserên artêşa taybet a Brîtanyayê tê hesibandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin