Serokwezîr: Di warê têkosîna li dijî gendeliyê de me xebateke cidî mesandin
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku îradeyeke wan a bihêz bo rûbirûbûn û têkoşîna li dijî gendeliyê heye û ji bo vê yekê jî xebateke cidî kirine.
Di merasima îro (04.09.2024) de, bi beşdariya Serokwezîr Mesrûr Barzanî, yekem raporta pêkanîna stratejiya rûbirûbûna gendeliyê li Herêma Kurdistanê wê were parvekirin.
Di merasîmê de Serokwezîr Barzanî got: “Têkoşîna li dijî gendeliyê û sînordarkirina îsrafkirina samanên giştî beşeke girîng ya karnameya kabîneya neh a hikûmeta Herêma Kurdistanê bû. Ji bo vê jî me xebatên cidî li ser zêdekirina şefafiyê û têkoşîna li dijî gendeliyê meşandine û tedbîrên pêwîst girtine.”
Mesrûr Barzanî balkişand li ser wê yekê ku raporta Desteya Tenduristiyê ya derbarê pêkanîna stratejiya rûbirûbûna gendeliyê di saziyên fermî yên Herêma Kurdistanê de, bi hevkariyeke temam li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatiye amadekirin, Mesrûr Barzanî got ku, di Îlona 2021ê de Encûmena Wezîran rêkeftina dijî gendeliyê pesend kir. Stratejiya Gendeliyê û herwiha tedbîrên ji bo pêşvebirina şefafiyet, berpirsiyarî û têkoşîna li dijî gendeliyê dubare kir.
“Rayename ji wezaret û aliyên pêwendîdar re hat dayîn ku bişopînin cîbicîkirina pêşniyarên di vê raportê de ku ji aliyê Serokê Komîsyona Gendeliyê ve di civîna Encûmena Wezîran a meha Adara îsal de hatiye pêşkêşkirin.” Serokwezîr Barzanî got ku piraniya daxwaz û pêşniyarên ku di raportê de behsa şerê li dijî gendeliyê kirine, ji roja destbikarbûna kabîneya nehê ya hikûmeta Herêma Kurdistanê ve kar li ser hatiye kirin û plan û bernameyek ji bo cîbicîkirina wan hatiye danîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin