Encûmena Wezîran a Kurdistanê plana stratejiya têkosîna dijî gendeliyê pejirand
PeyamaKurd - Encûmena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê plana stratejiya niştimanî ya tekoşîna hember gendeliyê pejirand.
Serokê Desteya Destpakiyê ya Herêma Kurdistanê Dr. Ehmed Enwer ragihand, “Ew stratejî li ser bingeha Xalên bihêz, lewaz û metirsiyan hatiye darêjandin û piştî pejirandina wê ya ji aliyê encûmena wezîrên herêma Kurdistanê ve li ser hemû aliyên helsengandinê, ji bo temamê saziyên hikûmeta herêma Kurdistanê û li sektora duyem, temamê partiyên siyasî û li sektora sêyem de jî, sektora taybet de dê helsengandin li ser bê kirin û hemû guftûgo jî bi awayê rû bi rû dê bêne encamdan ku bikare ew xalên bihêz û lawaz bên destnîşan kirin ku dibin sedemê serhildana gendeliyê.”
Ehmed Enwer got: “Hikûmeta herêma Kurdistanê kar bi yasaya çaksaziyê dike ji bo encamdana paksazî li wan dosya û biryarên hatine dayîn, em jî li desteya destpakiya herêma Kurdistanê kar dikin ji bo em bikarin wan dozên hatine vekirin zelal bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin