Bruksel | Dilawer Xalid Ajgeyî besdarî civîna bazirganiyê ya di navbera Iraq û YEyê de bû

25 October 2024 14:31 0 dîtin
Bruksel | Dilawer Xalid Ajgeyî besdarî civîna bazirganiyê ya di navbera Iraq û YEyê de bû

PeyamaKurd – Dr. Dilawer Xalid Ajgeyî, beşdarî civîna Komîteya Hevkariya Yekîtiya Ewropa û Iraqê bû

Li ser navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê Dr. Dilawer Xalid Ajgeyî, îro (25.10.224) li Bruksela paytexta Belçîkayê beşdarî civîna hevbeş a Yekîtiya Ewropa û Iraqê bû ku derbarê mijarên bazirganiyê de bû.

Di destpêka hevdîtinê de, aliyên ewropî pîrozbahî li gel û hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ji ber birêveçûna serkeftî ya hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê ku bi beşdariya hejmareke zêde ya welatiyên Herêma Kurdistanê bi rêve çû.

Di beşeke din ya civînê de ku bi amadebûna berpirsên payebilind yên Yekîtiya Ewropayê û hejmareke nûnerên welatên endam tê de beşdar bûn, mijarên têkildarî bipêşxistina bazirganiya di navbera her du welatan de hatin giftûgokirin û astengiyên di warê pêşxistina bazirganiya di navbera her du aliyan de hatin nîqaşkirin

Her weha, nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Dr. Dilawer Xalid Ajgeyî siyaseta Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo bipêşxistina warên wek çandinî û geştiyariyê û daxwaz ji Yekîtiya Ewropayê kir ku di vekirina bazarên berhemên Kurdistanê de alîkar be.

Di beşeke din a civînê de, nûnerê Herêma Kurdistanê amaje bi qanûna sermayerazandinê ya Herêma Kurdistanê kir ku derfeteke zêrîn dide şirketên ewropî ku li Herêma Kurdistanê sermayeguzariyê bikin.

Hêjayî gotinê ye ku Yekîtiya Ewropa û Iraqê rêkeftinek hevkariyê îmza kiriye û çend komîteyên hevbeş di navbera her du aliyan de ji bo pêkanîna kar hatine avakirin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî bi fermî beşdarî civînan dibe û nûnerê wê jî heye di yek ji wan komîteyên hevbeş de.