Kremlîn: Pûtîn besdarî merasîma cenazeyê Prîgojîn nabe

29 August 2023 19:50 0 dîtin
Kremlîn: Pûtîn besdarî merasîma cenazeyê Prîgojîn nabe

PeyamaKurd – Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov,ragihand ku Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn plan nake ku beşdarî merasîma cenazeyê Serokê Wagnerê Yevgeniy Prîgojîn bibe.

Hefteya borî balafira ku Prîgojîn jî tê de li nêzîkî Moskowê ketibû û tevî Prîgojîn deh kes miribûn.Li gorî nirxandinên welatên rojavayê û medyayê balafira Prîgojîn bi fermana Pûtîn hatiye xistin, lê Rûsya vê yekê red dike.

Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov li ser pirsa rojnamevanan a beşdarîkirina Pûtîn di merasîma cenazeyê Prîgojîn de, got ku ti planeke Pûtîn nîne beşdar bibe û ew mijareke malbatî ye. Pûtîn û Prigojin ji salên 1990î ve du kesên pir nêzîkî hev bûn, lê piştî îsyana Wagnerê ya meha Hezîranê navbera wan xira bûbû.

 Hêjayî gotinê ye, Pûtîn piştî mirinav Prîgojîn biryarnameyek îmze kir û ji leşkerên Wagnerê xwest, sonda pabendbûna Rûsyayê bixwin.