Bi sed hezaran kes besdarî merasîma cenazeyê Sînzo Abe bûn

12 July 2022 18:52 0 dîtin
Bi sed hezaran kes besdarî merasîma cenazeyê Sînzo Abe bûn

PeyamaKurd – Cenazeyê serokwezîrê berê yê Japonyayê Şînzo Abe ku bi sûîqestekê beriya hilbijartinan bi du rojan 8ê Tîrmehê hatibû kuştin, bi merasîmeke girseyî li Tokyoyê hat rakirin.

Hat ragihandin ku di merasîma cenazeyê Şînzo Abe de ku li perestgeha Tokyo ya Zojo-Ji hatiye sazkirin de, bi sed hezeran kesan beşdarî kiriye.

Hat diyarkirin ku malbata Abe, xizmên wî û gelek parlamentarên Japon û dîplomatên biyanî jî di nav 2 hezar 500 kesan jî wekî protokol beşdarî li merasîmê kirin.