Nîsanek nû ya Pûtîn di derbarê Ukraynayê de!

09 December 2022 13:32 0 dîtin
Nîsanek nû ya Pûtîn di derbarê Ukraynayê de!

PeyamaKurdSerokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn hişyarî da ku destwerdana leşkerî ya li Ukraynayê wê demdirêj be.

Pûtîn got, "Helbet ev pêvajoyeke demdirêj e" û got, ji bo encamên mudaxeleya leşkerî jî tiştekî xwezayî ye ku wext bigire.

Serokê Rûsyayê Pûtîn li ser daxuyaniya Rûsyayê ya ku 4 herêmên Ukraynayê bi xwe ve girêdide, pesnê xwe da û got, "Xebatên nû derketine holê, ev ji bo Rûsyayê hîn jî encamek pir girîng e û ev mijarek pir cidî ye."

Moskow di meha Îlonê de ragihandibû, di referandûmê de herêmên Ukraynayê Donetsk, Luhansk, Kherson û Zaparorijya ku Rojava weke "sexte" binav kiribû, bi xwe ve girêdide.

Pûtîn herwiha destnîşan kir, metirsiya nukleerî her ku diçe zêde dibe, lê ew ê nebin yên yekem ku wê bikar bînin.

Pûtîn di axaftina xwe ya li civîna Konseya Mafên Mirovan a Rûsyayê ya ku weşana zindî hat lidarxistin de destnîşan kir, stratejiya Moskowayê polîtîkaya tolhildanê ye û got, "Eger êrîşî me bikin, em ê êrîş bikin.