Erdogan ji bo besdariya Lûtkeya G20an çû Hindistanê

08 September 2023 19:33 0 dîtin
Erdogan ji bo besdariya Lûtkeya G20an çû Hindistanê

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, ji bo beşdarî Lutkeya G20 (20 welatên xwedî aboriya pêşketî) bibe, îro 8ê Îlonê çû paytexta Hindistanê, Delhiya Nû,

Wê Erdogan li paytexta Hindistanê beşdarî Lutkeya G20 a di navbera 8-10ê Îlonê de tê lidarxistin bibe ku ji bilî Çîn û Rûsya hemû welatên vexwendî di asta serokan de beşdarî dikin.

Hat ragihandin ku di şanda Erdogan de, Wezîrê Derve Hakan Fîdan, Wezîrê Xezîne û Darayî Mehmet Şîmşek, Serokê Ragihandina Serokomariyê Fahrettîn Altun û Serşêwirmendê Serokomar Akîf Çagatay Kiliç cî digirin.

Tê çaverêkirin Erdogan di lutkeya G20an de bi hejmarek serokên welatan re hevdîtinan bike.