Serokê Hindistanê li Lûtkeya G20an ji bo Ukraynayê daxwaziyek kir
PeyamaKurd – Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, li Lutkeya G20an a bajarê Balî yê Endonezyayê daxwaz ji welatan kir ku çareseriyeke aştiyane bo mijara Ukraynayê bibînin.
Narendra Modi, di cvîna G20an a bi sernavê "Ewlehiya Xurek û Enerjiyê’ de got: "Min gelek caran got ku divê em rêya agirbest û dîplomasiyê ji bo Ukraynayê bibînin. Sedsala borî Şerê Duyem ê Cîhanê ziyaneke mezin bi xwe re aniye. Lîderên wê demê ji wê demê pê ve ji bo aştiyê xebateke cidî kirin. Niha dora me ye. Piştî pandemiya koronayê barê avakirina serdemeke nû ya dinyayê li ser pişta me ye. Niha pêdiviya me, pê heye ku em ji bo dinyayeke aştiyane, lihevkirin û ewlehiyê bi gavên kolektîf û bibiryar xwe nîşan bidin.”
Modî, herwiha bibîrxist ku wê sala 2023an Lutkeya G20 li Hindistanê were lidarxistin û bawer dike ew ê di mijara bicihanîna misyona aştiyeke bihêz li cîhanê de hevnêrîn bin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin