Serokê Herêmê pêswaziya Balyozê Hindistanê kir

04 September 2024 14:40 0 dîtin
Serokê Herêmê pêswaziya Balyozê Hindistanê kir

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyê li Balyozê Hindistanê yê Iraqê Shri Prashant Pise kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber ku di dema peywira xwe ya li Iraqê de, ji bo pêşxistina pêwendiyên navbera welatê xwe û Iraq û Herêma Kurdistanê xebat kiriye spasiya Shri Prashant Pise kiraye û hêviya serkeftinê di erkê wî yê nû de jê re xwast.

Di dîdarê de Balyozê Hindistanê Pise jî spasiya Nêçîrvan Barzanî û aliyên pêwendîdar kir ku di serkeftina erkê wî de palpişt bûne. Herwiha dixwaza welatê xwe ya ji bo domandina pêşxistina pêwendiyan di hemû waran de bi Iraq û Herêma Kurdistanê re tekez kir.

Di hevdîtina ku Konsulê Giştî yê Hindistanê yê Herêma Kurdistanê jî amade bû de, rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hilbijartinên Parlamena Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.