Serokê Herêmê pêswaziya Balyoza Fînlandê kir
PeyamaKurd - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyoza Fînlandê ya Iraqê Anu Sarella kir.
Di hevdîtina ku li avahiya serokatiyê ya li paytext Hewlêrê pêk hat de her du aliyan di derbarê xwestekên dualî yên pêşxistina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Fînlandê û bi armanca berfirekirina hevkariyan geşkirina warên cuda ên aborî destnîşan kirin.
Aliyan her wiha rewşa siyasî û ewlehî ya herêmê û Iraqê û gringiya parastina aştî û aramiya herêmê tekez kirin.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, ji bo beşdariya Fînlandê ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya dijî DAIŞê spasiya Fînlandê kir û pesnê piştgiriya vî welatî ya di dema şerê DAIŞê ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê da.
Di hevdîtinê de li gel geşedanên metirsîdar ên Rojhelata Navîn, her wiha encamên şerê Rûsya û Ûkraynayê jî hate nîqaşkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin