Serokê Herêmê pêswaziya sandeya Koreya Basûr kir
PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi şandeya Koreya Başûr re pêdiviya geşkirina pêwendiyên Herêma Kurdistan û Koreya Başûr gotûbêj kir.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, li Hewlêrê pêşwaziya şandeya Koreya Başûr a bi serokatiya Konsulê Giştî yê Koreya Başûr Songchol Lim û Serokê kompaniya KOICA ya wî welatî Ko Hiseok kir.
Di daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê ya di derbarê vê civînê de hate ragihandin ku di civînê de pêşxistina pêwendiyên Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê û çalakiyên KOICA ku gellek sal in li navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê gelek projeyên xizmetguzarî pêk anîye û alîkariyan pêşkêş kirine, hatine nirxandin.
Di daxuyaniyê de hatiye nirxandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, hewlên hikûmeta Koreya Başûr ên ji bo pêwendî û dostaniya li gel Herêma Kurdistanê û bi taybetî kar û çalakiyên KOICAyê yên di kertên cuda yên ji bo alîkariya gelê Herêma Kurdistanê de bilind nirxandiye.
Nêçîrvan Barzanî herwiha amaje bi kar û xizmetên Tîma Leşkerî ya Zeytûnê ya Koreya Başûr ku berî 20 salan hatiye Herêma Kurdistanê û pêwendiyên navbera gelên her du welatan bihêztir kiriye û tînê pîroz kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin