Serokê Herêma Kurdistanê, pêswaziya Balyozê Rûsyayê kir
PeyamaKurd-Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, îro li Hewlêrê pêşwaziya Balyozê Rûsyayê kir. Hat ragihandin ku di civînê de rewşa şerê navbera Rûsya û Ukraynayê û têkiliyên navbera Rûsya, Iraq û Herêma Kurdistanê hatine nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî, ligel Balyozê Rûsyayê yê li Iraqê Elbrus Kutraşêv civiya. Hat ragihandin ku Balyozê Rûsyayê, ligel şandekê û ligel Konsulê Giştî yê Rûsyayê beşdarî civînê bûye. Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê, li ser pêşhatên dawî yên siyasî yên li Iraqê û texîrbûna proseya hilbijartina serokkomarî û hikûmeta nû ya Iraqê axivîne. Hat zanîn ku di civînê de têkiliyên navbera Rûsya, Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha têkiliyên navbera Bexda û Hewlêrê hatine nirxandin.
Serokê Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de girîngî bi pêdiviya destpêkirina diyalogê ya navbera hêz û aliyên Iraqê da. Nêçîrvan Barzanî xwest ku bi rêya van diyalogan, pêşî li têgihîştin û rêkeftinê vebibe da ku astengî û dijwariyên li pêşiya proseya siyasî yên li welêt werin rakirin.
Hat zanîn ku di civînê de şerê navbera Rûsya û Ukraynayê jî hatiye nirxandin û daxwaza Barzanî û Kutraşêv ew bûye ku şer di demeke nêzîk de were rawestandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin