Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Îtalyayê yê li Bexdayê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Îtralyayê yê Iraqê Maurizio Griganti û heyeta pêre qebûl kir.
Li gor ragihandina serokatiya Herêma Kurdistanê; di hevdîtinê de li ser ewlehiya Iraqê, herêmê û Rojhilata Navîn axifîne û her weha mijara budça Kurdistanê, pirsgirêkên navbera Kurdistan û Bexdayê, mijarên Kurdistanê yên navxwe û çareseriyan mijaran, babetên hevdîtina wan bûn e.
Her dû teref li ser çareserkirina pirsgirêkan li gor destûra Iraqê û sîstema federalî ya Iraqê bûne hemfikir ku çareser bibin. Di hevdîtinê de behsa girîngiya yekgirtina partiyên Kurd jî hat kirin.
Di hevdîtinê de her weha li ser pêwendiyên navbera Îtalya û Herêma Kurdistanê û bi Iraqê re hat kirin û behsa berhemên antîk û mijarên hevpar yên navbera Kurdistanê û Îtalyayê hat kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin