Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Azerbeycanê qebûl kir

05 March 2024 21:06 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî balyozê Azerbeycanê qebûl kir
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li payîtexta Kurdistanê li Erbîlê balyozê dewleta Azerbeycanê yê Bexdayê Nasir Memmedow qebûl kir.

Li gor ragihandina serokkomariya Herêma Kurdistanê; ji bo pêşdebirina têkiliyên navbera Kurdistan û Azerbeycanê di sehayên cuda de û ji bo firehkirina pêwendiyan axifîne.

Di hevdîtinê de ji bo li Kurdistanê nûnertiya Azerbeycanê vebe, li ser pêngavên dawiyê û hem ji bo di navbera Kurdistanê û Azerbeycanê de seferên balafiran raste rast destpêbikin axifîn.

Di hevdîtinê de ji bo ji bo pêwendiyên duqolî her dû teref  ragihandina xwe ya têkiliyan dubare kirine, ji bo şîrketên Azerbeycanê li Kurdistanê û Iraqê veberhênanê bikin, ji bo afirandina derfetan û her weha ji bo di seha çandî de hevkariyê pêş de bibin, dan û sitendinan kirine.