Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Almanyayê re civiya

08 August 2022 11:28 0 dîtin
Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Almanyayê re civiya

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, do Yekşemê bi Balyozê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner re civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji ber rol û hewldanên Klemens Semtner ji bo pêş de birina têkiliyên navbera Kurdistan û Almanyayê, spasiya nav hatî kir û hêviya serkeftinê di peywirdariya nû de jê re xwest.

Herwiha li hember Balyozê Almanyayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember karkirina xwe li Kurdistanê anî ziman û spasiya aliyên têkildar yên Hikûmeta Kurdistanê kir û di dema peywirdariya wî de hevkariya wî û stafa Balyozxaneyê kirin.

Balyozê Almanyayê rola Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî jî bo lihevnêzkirina aliyên siyasî yên Kurdî bilind nirxand.