Serokê Herêma Kurdistanê bi Balyozê Brîtanyayê re civiya
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Mark Bryson Richardson re civiya.
Li gor zanyariyan, Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Brîtanyayê di civînê de qala pêşhatên dawî yên li Iraqê, diyarkirina namzedê Serokwezîriya Iraqê, têkîliyên navbera Hewlêr û Bexdayê û kêşeyên heyî bi taybetiyên derbarê petrol û gazê de, êrîşkirina ser rafîneya Kormor û herwiha topbarankirina havîngeha Berox ji aliyê Tirkiyeyê ve nirxandin.
Herwiha her du alî derbarê çareserkirina kêşeyan û avakirina hikûmeteke nû li Iraqê ku bibe sedema dabînkirina aramiya siyasî û ewlekarî û xizmetguzarî pêşkêşî welatiyan bike hemfikir bûn.
Hat ragihandin di heman civînê de Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekezî li ser berdewamiya diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê ya ji bo çareserkirina kêşeyên heyî bi taybetî yên di warê petrol û gazê de kir û got, lazim e çareserkirina kêşeyên navbera Bexda û Hewlêrê karê herî li pêş ya hikûmeta nû ya Iraqê be.
Herî dawî hat eşkerekirin ku hilbijartinên pêş ên Kurdistanê, girîngiya yekrêziya aliyên Kurdistanî, rewşa Şingalê, têkiliyên Kurdistanê yên li gel Iraq û welatên din ên cîran, rewşa Sûriyeyê û çend babetên din mijarên din ên vê hevdîtina han bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin