Cîgirê Balyozê Gistî yê Almanyayê li Hewlêrê: Têkiliyên me yên bihêz li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene

10 July 2023 12:04 0 dîtin
Cîgirê Balyozê Gistî yê Almanyayê li Hewlêrê: Têkiliyên me yên bihêz li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê hene

PeyamaKurd Cîgirê Balyozê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê Sven Mossler jî diyar kir, di her warî de têkiliyên wan ên xurt û baş bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re hene.

Li gorî nûçeya K24ê, Cîgirê Konsulê Giştî yê Almanyayê li Hewlêrê Sven Mossler ragihand, me bi awayekî aktîf beşdarî gelek projeyan di warên cuda de kiriye, ji siyasî heta leşkerî, ji çandê heta pêşketina aborî. Weke hûn jî dizanin, em di proseya çaksaziya Wezareta Pêşmerge de jî çalak in. “Leşkerên me ji bo zêdekirina şiyanên Pêşmergeyên qehreman di nava hevkariyeke nêzîk de ne.

"Em bi taybetî di hevkarî û pêşveçûnê de çalak bûn. Me civaka Êzidî ji nêz ve şopand. Helwesta me ya giştî li hember koçber û penaberan ev bû. Niha em di guherîna avhewayê û başkirina şert û mercên jiyanê de çalak in. Enstîtuyeke me ya pir baş heye, ku hevkariya me ya çandî ye. Festîval û konseran li dar dixe. Plana me heye ku em navendeke Almanya-Fransa li kela Hewlêrê vekin. Weke hûn jî dizanin, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bingehek çêkir.”

Mossler bi bîr xist ku di navbera Almanya û zanîngehên Herêma Kurdistanê de projeyek pevguhertina akademîk heye û got, “Ez di wê baweriyê de me ku perwerde bingeha pêşketina her civakê ye. Ez kêfxweş im ku di vî warî de jî çalakiyên min hene. Bi giştî pêwendiyeke me ya bihêz li gel hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingeha bawerî û berjewendiyên hevbeş heye. Me dît ku gelek berpirsên bilind ên Almanyayê serdana Herêma Kurdistanê kirin. Herî dawî, Wezîra Karên Derve Annalena Baerbock serdanek kir."

Alîkarê Serbalyozê Hewlêrê Sven Mossler bi bîr xist ku Nêçîrvan Barzanî herî dawî jî serdana Berlînê kir û bi Şêwirmendê Almanyayê Olaf Scholz re hevdîtin kir û got, "Ev îspata wê yekê ye ku têkiliyên me yên xurt hene."