Serokên Yekîtiya Ewropayê ji bo lûtkeya yekem a ‘parastinê’ dicivin
PeyamaKurd – Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê Antonio Costa li ber deriyê lûtkeya nefermî ya ku li Qesra Egmont a Brukselê hat lidarxistin, got: “Ev cara yekem e ku em bi civînekê tên cem hev ku tenê ji bo ‘parastinê’ tê lidarxistin.”
Costa got ku di lûtkeyê de wê pêşniyarên parastinê, çawaniya peydakirina fînansa pêwîst ji bo wan û çawaniya pêşvebirina hevkariyên heyî nîqaş bikin.
Costa, diyar kir ku Komîsyona Yekîtiya Ewropayê derbarê stratejiya parastinê de belgeyek bi navê “Bultena Spî” amade kiriye û got ku ew li bendê ne ku ev belgeya ku tê plankirin di 19ê adarê de bê eşkerekirin, di amadekariyên biryarên li ser mijarê de bibe alîkar.
Têkiliyên bi Amerîkayê re
Di lûtkeyê de wê serok bi taybetî li ser têkiliyên bi Amerîkayê re bisekinin.
Tevgerên berfireh ên Trump ên der barê bacên gumrikê yên li dijî Kanada, Meksîka û Çînê de ku dawiya hefteyê ragihandibû, wê werin rojevê û heke li dijî Ewropayê biryarek bi heman rengî ragihîne dê çi bên kirin.
Têkiliyên bi Amerîkayê re jî wê di çarçoveya hewldanên Trump ên ji bo “zêdetir lêçûnên parastinê” û tehdîdên li ser endama Yekîtiya Ewropî Danîmarka li ser Gronlandê werin nîqaş kirin.
Sekreterê Giştî yê NATOyê Mark Rutte û Serokwezîrê Îngilîstanê Keir Starmer jî wê beşdarî civînê bibin.
Ji destpêka şerê li Ûkraynayê di sala 2022yan de, Yekîtiya Ewropî li çareyan digere da ku parastina xwe li hember gefên Rûsyayê bihêz bike û asteke “xweseriya parastinê” ji Dewletên Yekbûyî Amerîkaym di bin sîwana NATOyê de garantî bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin