Serokên Yekîtiya Ewropayê li ser agirbestê li hev nekirin: Du nêrînên cuda derketin!

16 December 2023 01:30 0 dîtin
Serokên Yekîtiya Ewropayê li ser agirbestê li hev nekirin: Du nêrînên cuda derketin!

PeyamaKurd – Serokê welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) di Lûtkeya Brukselê de, ji bo bangewaziya agirbestê li Xezzeyê li hev nekirin.

Di roja duyem a dawî ya Lûtkeya YE de, Serokê Konseya YEyê Charles Michel, civînek li dar xist û ragihand, yek ji mijara girîng a rojeva lûtkeyê şerê Îsraîl-Filîstînê bû.

Michel, da zanîn ku derbarê navberdana şer de, nêrînên cuda di nav welatên endam de hebûn û got, “Hinek rawestana mirovî, hinek jî agirbesta mirovî dixwazin.”

Herwiha Michel, diyar kir ku soza bo alîkariyên mirovî û çareseriya du dewletî ji aliyê hemû lîderan ve hatiye pejirandin.